Li Washingtonê terefdarên Trump daketin kolanan
Ji bo hilbijartinên ku di 3yê Mijdarê de li Amerîkayê hatin kirin bên protestokirin û ji bo destek ji Trump re bê dayîn bi sedhezaran terefdarên Trump li Washingtonê daketin kolanan.
Piştî ku terefdarên Washingtonê daketin kolanan vêcar jî kesên dijberên wan jî daketin kolanan û di navbera wan de gengeşî derket.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama geşedan û gengeşîyên ku rû dan de kesek bi darbeyên kêran birîndar bû.
Di encama midaxeleya ku ji teref polêsan hat kirin de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)