Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 92 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 92 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 3 hezar û 116 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 150 hezar 141 testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 116 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 92 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 11 hezar û 418 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 3 hezar û 116 kesan e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)