• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 452 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 41 hezar û 34 kesan û bi pêketina 11 hezar û 203 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 749  hezar û 525 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 452 kesê din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 41 hezar û 34 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  749  hezar û  525  kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir