• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Seydo: “PKK li Şingalê zarokên Êzîdî direvîne, divê ew ji herêmê derkeve”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Hêzên PKKê û Haşdî Şabî ezîyet û tehdayîyê li xelkê dikin”

Seydo di daxuyanîya ku da KDP.info’yê de destnîşan kir heta niha 15 hezar Êzîdî vegerîyan Şingalê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em hêvî dikin Rêkeftina Şingalê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin bê tetbîqkirin. Lê belê hêj hêzên PKKê û Haşdî Şabî ezîyet û tehdayîyê li xelkê dikin.”

“PKK gelek zêde zarokên ku emrê wan ji 18 salan biçûktir e revand”

Seydo di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê PKK ji herêmê bê derxistin û wisa li daxuyanîya xwe zêde kir: “Gelek malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin tên ba me ji rewşê gazinan dikin. Ger PKK ji herêmê neyê derxistin ew ê li herêmê qeyran zêdetir bibe.Divê Rêkeftina Şingalê demildest bê tetbîqkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir