Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 93 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 93 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 3 hezar û 45 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 149 hezar 942 testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 45 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 93 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 11 hezar û 326 kesî.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin zêdetirî 3 hezar kesan e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)