Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 53 milyon û 761 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 53 milyon û 761 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/G4OdEKq_RZZix8reamnJ8fH9o8k=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/46/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-53-milyon-u-761-hezari-c0aaedfb.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 53 milyon û 761 hezar û 726 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 309 hezar û 623 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 11 milyon û 66 hezar û 546 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)