Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 37 milyon û 530 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 37 milyon û 530 hezar û 130 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 37 milyon û 530 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/TGBnpX1_AmROxiNHRaJnYhWrNTs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/46/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-37-milyon-u-530-hezari-9f538f58.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 163 hezar û 872 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 309 hezar û 623 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 53 milyon û 761 hezar û 726 kesî.(ÎLKHA)