• DOLAR 32.836
  • EURO 35.207
  • ALTIN 2427.067
  • ...
Serokomartîya Iraqê:Tesdîqkirina qanûna ku Kurd ne terefdarê wê ne geşedaneke bi xetere ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de geşedana heyî wek “geşedaneke bi xetere” hat nîşandan û derbarç mijarê de wisa hat gotin: “Ji bo meaşên memûran a 3 mehan bê dayîn di parlementoyê de qanûna deynstandinê ji teref parlementoyê ve hat qebûlkirin li ev yek îxtîyacek be jî ne çareserî ye. Ji bo ev qeyran bê çareserkirin û meaşên karmendan bê parastin divê xebet û reformên giştî bên kirin.”

“Dema ku em qanûn ev hat amadekirin lihevkirina neteweyî ya Kurdan li ber çavan nehat girtin û hat tesdîqkirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; ev yek ji bo pêvajoya sîyasî ya Iraqê geşedaneke bi xetere ye û dû re wiha hat gotin: “Dema ku em qanûn ev hat amadekirin lihevkirina neteweyî ya Kurdan li ber çavan nehat girtin û hat tesdîqkirin. Divê problema meaşa karmendên Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.Lewra ew jî welatîyên Iraqê ne û mafên wan di makeqanûnê de hatiye diyarkirin. Tesdîqkirina qanûna ku Kurd ne terefdarên we ne geşedaneke bi xetere ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir