Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 32 hezar û 443 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 21 hezar û 983 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 21 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 880 hezar û 551 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 411 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 32 hezar û 443 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)