Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiya Amerîka veberhênana Amerîka li Kurdistanê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê li ser veberhênana zêdetir a Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Hevdîtin doh bi rêya peywendiyeke telefonî hat kirin. Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gotûbêj kirin, bi taybetî di warê enerjî û hêsankariyên li Herêma Kurdistanê yên di warê veberhênanê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser teşwîqa veberhênan û pêkanîna derfetên kar ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî herwiha spasiya piştevaniya Wezîrê Enerjiyê kir û daxwaza veberhênana zêdetir a Amerîkayê li Herêmê kir.(ÎLKHA)