Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 37 milyon û 212 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 37 milyon û 212 hezar û 856 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 115 hezar û 580 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 299 hezar û 407 kes û hejmara kesên pêketî jî derket 53 milyon û 91 hezar û 981 kesî.(ÎLKHA)