Li Kabîlê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin: 4 mirî
Li Kabîla paytexta Efxanistanê di 24 seatên dawî de du êrîş hatin lidarxistin.
Derbarê mijarê de ji teref polêsê Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, êrîşa ewil li navenda Kabîlê û ya duyemîn jî li herêma Kala Wezîra Kabîlê pêk hat.
Di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 4 wezîfedarê ewlehîyê mirin.
Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)