Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 36 milyon û 407 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 36 milyon û 407 hezar û 98 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 8 milyon û 13 hezar û 783 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 279 hezar û 963 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 51 milyon û 835 hezar û 949 kesan.(ÎLKHA)