• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 453 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 39 hezar û 202 kesan û bi pêketina 10 hezar û 339 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 703  hezar û 288 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 453 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 39 hezar û 202 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  703  hezar û  288  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir