Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 36 milyon û 83 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 36 milyon û 83 hezar û 283 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 7 milyon û 959 hezar û 406 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 270 hezar û 60 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 51 milyon û 286 hezar û 197 kesan.(ÎLKHA)