Li Iraqê memûran greva giştî dan destpêkirin
Bi sedan memûrên ku li Iraqê di sektorên mîna perwerdehî, xizmet, neft û tenduristîyê de dixebitîn ji ber ku destheqê wan ev bû 2 meh nayê dayîn dest bi grevê kirin.
Memûrên ku li bajarên mîna Dîyala, Babîl, Musenna, Zîkar û Kerbelayê dest bi grevê kirin destnîşan kirin, heta ku meaşên wan neyê dayîn ew ê greva xwe bidin domandin.
Ji ber ku li tevahîya cîhanê bûhaya neftê kêm dibe Iraq di nav qeyranê de ye.
Li welêt ji ber bêkarî, bêrêtî û kêmasîya xizmetê ji Cotmeha sala 2019an vir ve xwepêşan tên lidarxistin.(ÎLKHA)