Li Herêma Kurdistanê ji ber şer û pevçûnan 117 gund hatin valakirin
Li bajaroka Sîdekana girêdayê navçeya Sorana Hewlêrê ji ber bicîbûna PKKê ya li herêmê û ji ber operasyonên Tirkîyê 117 gund hatin valavkirin.
Îhsan Çelebîyê Midûrê Birêveberîya Sîdekanê derbarê mijarê de ji K24 re daxuyanîyek da.
Çelebî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ji ber şer û pevçûnên di navbera PKKê û Tirkîyê de ji 264 gundên li herêmê tevde 117 gund hatin valakirin.
Çelebî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, di pevçûnan de 1400 donim erdên çandinîyê zirar dîtin û ji ber pevçûnên zêdetirî 70 kesê sîwîl canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)