Ahresê ku di grevê de bû li dijî siyonistan bi ser ket
Mahîr el-Ahresê ku ji teref siyonistên îşxalker ve bi hinceta “girtîbûna îdarî” di zindanê de dihat girtin ji ber ku derheqê wî de qerara berdanê hat dayîn gerva birçîbûnê da sekinandin.
Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin, di encama lihevkirina ku bi siyonistên îşxalker re hat kirin de ew ê Ahres dawî li greva xwe ya birçûbûnê bîne.
Tê diyarkirin ew ê Ahres bê berdan û dê heta 26ê Mijdarê li nexweşxanê bê tedawîkirin.
Piştî qerara ku hat dayîn re Ahres daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ew di serî de ji Cemîyeta Êsîrên Filistînî û her wisa ji temamê kesên ku jê re bûne destek re teşekkur dike.(ÎLKHA)