Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 49 milyon û 667 hezarî
Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 49 milyon û 667 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 49 milyon û 667 hezar û 748 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 248 hezar û 780 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 10 milyon û 58 hezar û 589 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)