• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 424 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 37 hezar û 714N û bi pêketina 8 hezar û 864 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 663  hezar û 800 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 424 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 37 hezar û 714 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  663  hezar û  800  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir