• DOLAR 32.198
  • EURO 34.773
  • ALTIN 2418.847
  • ...
Ethem Başo: PKK/PYD dixwaze  herêmên Kurdan vala bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku hat kirin de Başo balan kişand li ser rewşa dawî ya wan herêmên ku di bin kontrola PKK/PYD û Artêşa Azad a Sûrîyê û Tirkîyê de ne û derheqê nerazîbûna gel de agahîyên muhîm da.

Temamê hevdîtina ku me bi Dr. Ethem Başo re kiriye:

- Ethem Başo kî ye? Hûn dikarin xwe bidin nasîn?

Spas dikim. Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî we û guhdar û guhdarên we yên hêja dikim. Ez Dr. Ethem Başo. Ez bi eslê xwe ji Kobanî me. Ez ji salên 80yan vir ve siyasetê dikim. Ez di piraniya vê demê de di partiyên Kurdan de me. Ez di partiyên Kurdistanî de heya asta Polîtburoyê derketim û xebatan kir. Ez niha wekî kesayetiyek serbixwe li ber we sekinîme ango negirêdayê tu kesî û rêxistinê me. Lêbelê, têkiliyên min bi mirovên min re didome. Min li Sûriyê xwend. Min xwendina xwe ya bijîşkî li Moskowê qedand. Bi kurtî, ez dikarim bêjim ku wekî bijîşkek Kurd, ez li vir di nav gelê xwe de dixebitim.

 "PYD li dijî şoreşa li herêmê radiwestîya"

-Hûn derbarê xebata destûrî ya li Sûriyê û nûnertiya Kurdan di van xebatan de çi difikirin?

Şoreşa Sûrî di Adara 2011an de dest pê kir. Kurdan berî wê demê li dijî rejîmê serî hildabûn. Serhildana li Kurdistana Sûriyê di 2004an de li Qamişlo dest pê kir û heta Şamê belav bû. Di encama geşedan û bûyerên ku di 2004 û 2011an de qewimîn de, tirsa li ser Kurdan rabû. Mîna Kurdan, Ereb jî serî hildan. Wekî encam, Bihara Ereban dest pê kir. Berî şoreşê, du hêzên siyasî yên bi hêz li herêmên Kurdan ava bûbûn. Yek ENKS bû, ya din jî PYD û yên bi wan re bi hêzên xwe yên leşkerî re bûn. ENKS bi mirovên din ên ku beşdarî şoreşa Sûriyê bûn li deverên wekî Dera, Heleb, Hama û Humusê re têkilî danî. Her wusa, têkiliyên wan ên navneteweyî hebû. Lê hêza din, PYD, têkiliyek bi rêjîmê re hebû û piştgirî dida rêjîmê. Dijberên li Sûriyê bi hin Kurdan bawer bûn, lê bi yên din bawer nekirin. Ji ber ku ENKS bi wan re bû, wan ji wan bawer kir. Di meşan de ENKS li herêmên Kurdî piştgirî da wan. Lê hêza din, PYD, li dijî vê şoreşa li herêmê derdiket.

Kurd li Sûriyê di nav Erebên muxalîf de bûn. Ji ber vê yekê ew beşek dijberiyê ango muxalefetê bûn. Kurd jî li Sûriyê di bin navê ENKS û rêxistinên serbixwe de di nav muxalifan de cihê xwe girtin. Kurd di mijarên navneteweyî de bi wan re bûn û ew beşdarî civînên Cenevreyê bûn. Kurdan jî di wan civînan de roleke çalak lîstin. 150 muxalif ji bo komîteya destûra nû hatin hilbijartin. Heyeta ku ji 550 kesan pêk tê, ji 50 dewlet, 50 muxalif û 50 nûnerên navneteweyî pêk dihat. Dûv re wan ew hejmar daxist 45an. Ew ê destûra bingehîn a nû ya Sûriyê nîqaş bikirana. Di wê komîteyê de Kurd jî hebûn. Dûv re wan hejmar daxist 15an. Di bin navê ENKSê de Kurd cihê xwe di wê komîteyê de girtin. Di civînan de, ENKS ji bo doza mafên Kurdan biryarên xwe pêşkêş dikirin. Ger mafên Kurdan neyên dayîn, li Sûriye tu pêşkeftin û başbûn çênabe.

“Pirsgirêka bingehîn li Sûrî ne destûra nû ye"

Xebatên li Sûriyê du teşe girt. Yek bi aştî û ya din jî bi çek, şer û kuştin. Çek û rêbaza şer tenê li herêma Idlibê pêk hat. Li cîhek din, niha xebata siyasî didome. Danûstendin bi welatên ku li Sûriyê xwedî hêz û biryar in re pêk tê. Di nav van welatan de, Tirkiye, Siûdî, Urdun, welatên wekî Misir hene. Bi vî rengî, welatên Ewropî yên wekî Amerîka, Rûsya û Fransa hene. Ewropa û Amerîka dixwazin hikûmet ji destê Beşar Esed derkeve û wê radestî hikûmeta demkî ya ji bilî Beşar bike, ya ku ji hêla gel ve tê qebûlkirin jî ev e. Ji ber vê yekê ew dixwazin rejim here. Lê hinek jî viya naxwazin: mîna Iran û Rusya. Van welatan piştgirî didin rejîma Beşar û naxwazin ku ew bi rehetî biçe. Hin dixwazin hilbijartin pêk werin, hin jî dixwazin Beşar here. Li vir cûdahî di navbera Îran, Rûsya, Amerîka û muxalifên Sûriyê de heye.

"Eşîrên Ereb berî şoreşa Sûrî alîkariya Kurdan kirin"

- Têkiliya eşîrên Ereb û Kurdên li Sûriyê çawa ye?

Eşîrên Ereb berî şoreşa Sûrî alîkariya Kurdan dikirin. Tê bîra min ku Hadî Deham, yek ji şêxên Şemera eşîra Erebî berî şoreşê, 60 pez serjê kir dema ku Serok Mesûd Barzanî hat wir û got, 'Ger ez ji Xwedê netirsiyaba, ez ê mirovan ji bo we qetil bikim.' Bi heman rengî, di Şoreşa Îlonê ya ku ji hêla Barzanî ve li Kurdistana Iraqê hate kirin de ew jî çû alîkariya Barzanî. Demekê, ji ber ku li Sûriyê baran nebarîbû, rêveberiya Kurdistanê deriyên xwe ji wan re vekir da ku heywanên xwe biçêrînin. Wekî ku min got, ji berê de têkiliya Ereban bi Kurdan re heye. Lê naha em dikarin bêjin ku Ereb jî dibin du an jî sê komên dabeşkirî. Têkiliyên hinek ji wan bi PYDê re li Kantona Qamişlo hene û yekî Ereb bi eslê xwe serokê rêvebiriya wir e. Her wusa, yekî ji êla Şemera, bi navê Ahmed Cerba, hêzek sîyasî bi ENKS re ava kir. Hin Erebên li herêma Dêrê piştgiriyê didin rejîmê. Ji bilî vana, Siûdî alîkariya pereyan jî dide hinek Ereban. Bi kurtî, rewşa Ereban e ev e û ew vê gavê ne piştgiriyê didin rejîmê, ne jî Kurdan, lê hinek Ereb hene ku bi çek û mêrên xwe digel Kurdan re şer dikin, lê ne ew qas zêde ne.

“DYEû Ewropa li gorî berjewendiyên Kurdan tevnagerin ”

- Naveroka guftûgoyên di navbera ENKS û PKK / PYDê de çi ye û a niha danûstandin di kîjan qonaxê de ne? Her weha, çima heya nuha li ser guftûgoyan lihevkirinek çênebûye?

Wekî ku me di destpêkê de behs kir, PYD xwedan hêzek çekdar e û ji derve tê piştgirîkirin. Bi heman rengî, rejîma Sûrî ji hêla Îranê ve tê piştgirîkirin û hetta hukumeta Iraqê ya di wextê Malîkî de jî yekcar piştgirî da rejîmê. Çi dibe bila bibe PYD, YPG an ENKS, ez difikirim ku divê em bi aramî û aştîyane bijîn. Ji ber ku di vê pêvajoyê de mirovên me yên xizan zirarê dibînin. Saleke piştî şoreşê, li Erbîl lihevhatinek di navbera PYD û ENKS de hate çêkirin. Ev lihevhatin bi pêşengtîya Serok Mesut Barzanî pêk hat. Piştî demekê hêk hibra lihevhatinê zûwa nebûbû ku wan diyar kir ku lihevhatin ji ber çend pirsgirêkan xera bûye. Cara duyemîn, li Erbîlê civînek çêbû û dîsa, encamek derneket. Cara sêyemîn, li Duhokê civîneke din çêbû û dîsa ew bê encam ma Piştî demekê, civîna çaremîn ji bilî Kurdistan û Sûriyê li Fransayê pêk hat û 6 mehan dom kir. Nûnerên ENKS û PYDê beşdarî guftûgoyan bûn û hate xwestin ku ev civîn û naveroka wç nehênî ango veşartî bimîne û encamek ji vê civînê jî derneket. Hetta Amerîka û Brîtanya piştgirî didan wan civînan. Lê bawer bin ku DYE û Ewropa di berjewendiya Kurdan de tevnegerin.

Di referandûma 2017an de hat xwestin ku Kurdistaneke serbixwe were damezrandin. Di nav 24 demjimêran de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka piştgiriya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê rawestand. Haşdî Şabî nêzîkê Şengal û Kerkûkê bû. Em niha vedigerin ser danûstandinên ku di bin siya DYE’yê de li Fransa diqewimin û dinihêrin gelo dê encamek erênî ji wir derkeveyan na. Lê wekî ku min berê jî diyar kir, ez difikirim ku dê encamek dernekeve. Di xala siyasî ya danûstandinan de; li ser nêrîna welatên cîran, rejîm û muxalifan de lihevkirinek pêk hat. Lê wan pirsgirêkên girîng hiştin dawî. Yek ji wan hêza aborî ye û ya din jî hêza leşkerî ye, wan ew heya dawiyê hiştin. Vêga, li Başûrê Kurdistanê jî hinek hêzên çekdar ên ENKSê hene ku jê re dibêjin Pêşmergeyên Roj. Hin kes qebûl nakin ku Pêşmerge bi kom tevlî PYDê bibe û dibêjin: ”Divê ew werin û yek bi yek beşdarî PYDê bibin.” Bi kurtî, ew yekbûna her du hêzan qebûl nakin.

"PYD ciwanên 14 salî jî digire nav xwe ji bo leşkerîyê"

Ger em li ser pirsgirêkên aborî û perwerdehiyê yên li herêmên di bin kontrola PYD de biaxivin, ez dikarim van tiştan bibêjim; ew dixwazin li dibistanan felsefeya Abdullah Ocalan fêr bikin. Vêga, li Kamişlo du celeb dibistan hene. Yek dibistana ku bi rejimê ve ye û ya din jî felsefeya Abdullah Ocalan fêr dike. Li herêmên din, gel zarokên xwe dişîne dibistanên rêjîmê. Wan ew şand Heleb û Lazqiyê. Wan kes li Kobanî nehiştin. Yên ku li vir xwendina xwe temam dikin wekheviya navneteweyî nayê dayîn. Mijarek din ev e ku PYD ciwanên 14 salî jî digire nav xwe ji bo leşkerîyê. ENKS jî dixwest ku ev bê rakirin.

Mijarek din jî têkiliya PYD û PKKê ye. Em ji Kurdên perçên din ên Kurdistanê re rêz digirin û ew birayên me ne. Pêdivî ye ku têkiliya me bi hev re hebe. Em dikarin bi rêzdarî bi hev re bişêwirin. Lê ez ê ferzkirina te ya li ser min qebûl nekim. ENKS dixwaze ku PYD têkiliya xwe û PKKê re qut bike. Lê wan ew jî nekir. Ji ber vana, ez bawer nakim ku danûstandin bi encam bibin. Ji aliyek din ve, Amerika, di danûstandinan de gazî nûnerên xwe yên taybetî kir, hin behaneyên wekî hilbijartinan bikar anî. Wekî ku hûn dizanin, planên DYAyê yên demdirêj hene. Ez difikirim ku dê li ser van mijarên girîng lihevkirinek çênebe.

"PYD endamên DAIŞê bi komî azad dike, lê siyasetmedarên Kurd yên ji hêla wan ve hatine revandin radestî rêjîmê dike, yên di destê wan de azad nake"

Aqûbeta endamên ENKS û siyasetmedarên din ên Kurd ku ji hêla PKK / PYDê ve hatine revandin çi ye? Çima PKK/PYDê endamên ENKS û siyasetmedarên din ên Kurd serbest bernade?

 PYD dibêje ku di nav girtiyên ku ji hêla wan ve hatine girtin de, endamên ENKSê tune. Hin rêveberên ENKSê an winda ne an mirî ne an jî çi bi wan hatiye nayê zanîn. Hin zilamên Yekîtiya Kurdên Sûriyê, partiyek girîng ku di bin banê ENKS de kar dike, ji hêla PYDê ve hatin girtin. Ez difikirim ku PYD naxwaze ku ev xuya bibe. Ev Kurdên ku hatin revandin an hatin girtin sivîl bûn, ne ewên ku li dijî PYD-YPGê û rejîma Beşar çek hildan û ew ji 2011an vir ve winda bûne û ji wan xeber nayê girtin. Dema ku em li pêvajoyê dinêrin, DAIŞ hem êrîşî Kurdan kir û hem jî PYDê û gelek kes ji her du aliyan kuşt. Îro, dema ku em li hin bûyeran dinêrin, em dibînin ku PYD endamên DAIŞê, serbest berdide. Dibe ku PYD dixwaze wekî mijarek siyasetê kampa El-Hol vala dike. Dibe ku nîşanî Amerîka, Ewropa û heta Tirkiye bide li DAIŞ cardin bi xwe ve tê. Dibe ku Amerîka û Ewropa dixwazin ew bêne berdan. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, kes alîkariya kampa El-Hol nake. Ji bo lêçûn û hewcedariyên mirovên li vê kampê dimînin, drav, xwarin, bijîşk û arîkariya bi vî rengî hewce dike. Lê kes alîkariyê nake.Em vegerin li ser mijara me ya sereke, bi kurtî, PYD naxwaze ku ew eşkere bibe ku Kurd ji hêla wan ve hatine girtin.

"Kurd ji dahata neftê tu sûd nabînin"

- Nefta bîrên neftê yên ku di bin kontrola PKKê de ne ji kê re tê firotin û dahata vê neftê ber bi ku ve diçe û ji bo kê tê xerc û mesrefkirin?

Ji xeynî herêmên Kurdî, bîrên neftê li hin herêmên Ereban wekî Reqa û Dêrê jî di bin kontrola wan de ne. Van hemî bîrên heyî di bin kontrola HSD û PYDê de ne. Kurd ji van dahatên neftê sûd nabînin, bes PYD sûdê ji bîrên neftê digire. Ew herêm ji sala 2012an ve di bin kontrola PYDê de ne û kes nizane ew drav û neft diçin ku derê. Gava ku zivistan tê, li herêmên Kurdan mirov hewl didin ku bi dar û daran germ bibin, ji ber ku sotemeniya mazotê tune. Bi rastî, heya kêliya dawî, gelek tankerên neftê ji van herêman diçûn aliyê rejîmê heya ku Amerîka vê yekê  qedexe nekiribû. DYE tenê li herêmên ku neft lê heye mijûl dibe û bi herêmên din re mijûl nabe. Aboriya Sûriyê li ser bingeha rojhilatê Firat, ango herêma Cezîrê ye. Neft, ce, genim û pembû hemû li wir in. Ew dibe ku bi riya herêma Kurdistanê neft tê veguheztin Tirkiye û Ewropa. Bes PYD ye ku  sûd werdigire û qezenc dike, tu feydeya wê ji gelê Kurd re tune ye.

"Hemû kes endamên PKK/PYD an DAIŞ nînin, ji ber vê yekê ye ku Kurdên li wir têne çewisandin û zilm li wan tê kirin”

Di encama operasyonên bi navê "Şaxê Zeytûnê, Kahnîya Aştîyê û Mertalê Firatê" yên ku ji teref  Tirkiyeyê ve hatin lidarxistin gelek herêm ketin bin kontrola Tirkîyê. Gelor rewşa herî dawî li van herêman çi ye? Gel ji geşedanan razî ye?

Artêşa Azad a Sûrîyê li Efrînê tenê bi nav hebû, biryar û kontrol di destê Tirkiyê de ye. Artêşa Azad a Sûrîyê  li Efrîn, Tel Abyad û Resûl-Aynê ye, lê biryara dawî di destê Tirkiyê de ye. Li wê derê îstîxbarat û leşkerên Tirkiyê ê jî hene. Bîya min Artêşa Azad a Sûrîyê, bêyî şêwirmendiya bi Tirkîyê re nikare tişteke bike. Mînak, Waliyê Hatayê li herêma Efrînê biryar dide. Mirovên ku li wir dijîn ji ber tiştên ku qewimîne ne kêfxweş in. Kesek ji Gutayê tê û dara zeytûnê ya mirovan qut dike, kesek din radibe û erdê cihekî ku ne yê wî ye digire. Kes nikare vê yekê qebûl bike û qebûl jî nake. Ger li wan herêmên ku di bin kontrola Artêşa Azad a Sûrî de ye bê zanîn kesek dewlemed e wî kesî digirin û fîdyeyê dixwazin. Ez difikirim ku gelên li herêma Efrînê ji rewşa xwe ne razî ne. Ger kesek PKK/PYDyî yan jî terorîst be ji hukûmeta Tirkiyê tê xwestin ku wî bigire, lê kes naxwaze ax û darên xwemalî bên desteserkirin. Li van her sê herêman, li rojhilatê Firatê û li herêmên din,  hemî kes endamên PKK / PYD an DAIŞê ne. Gel li gorî yên ku hene tevdigerin. Bêyî destûra PYDê hûn nikarin li Kobanî an Qamişloyê karekî bikin. Bazirganek bêyî destûra wan nikare li wan deveran tiştên xwe bifroşe. Ji ber vê yekê kilîtên hemî karsaziyê di destê wan de ne. Her weha ne maqûl e ku meriv bibêje her kes endamê PYD û PKKê ye. Kurdên li wir têne çewisandin ji ber ku her kes wekî endamên PYD û PKK tête hesibandin. Gel ji vê rewşê nerehet û nerazî ye.

“Kesên ku îmkana wan hebe koçî Ewropa û Tirkiyeyê dikin"

- Bi hezaran Kurd ji herêmên di bin kontrola PYDê de koç dikin. Li herêmên ku PYD lê serdest e, berteka mirovan di derbarê nîzam, ewlehî û aştiyê de çi ye? Ma Kurdên ku ji ber PYD/PKKê ji wan herêman koçber bûn vegeriyan?

Li wir kontrola PYD bi tevahî heye. Berî ku danûstandinên bi ENKSê re dest pê bikin, nivîsgehên ENKSê yên  li wir hatin girtin an jî şewitandin. Endamên ENKSê li deverên wekî Amudê û Dirbêsîyê hatin kuştin. Avahiyên PDK-S û Yekitî li Qamişlo hatin şewitandin. Îro, hemî kontrola li wir di destê YPG-PYDê de ye. Li gorî wan, hûn ê an ji wir derkevin û herin deverên din an hûn ê bibin bindestê wan. Yên ku li wir dimînin jî bêhêvî ne û cihekî wan ê din tune ku biçin û xwe veşêrin. Ji ber ku ew Kurd in, ne dikare biçe aliyê rejîmê, ne dikare biçe aliyê Ereban, ne jî ew dikarin biçin Başûrê Kurdistanê ji ber ku hemû sînor girtî ne. Ew nikare biçe bakûr. Hinek rûspî jî, ew dibêjin, 'Ger ku em êdî li herêma xwe ya ciwanên Kurd lê nemaye, bimirin tu kes nîne ku me binax bikin.' Kesên ku îmkanên wan hebe diçin Ewropa û Tirkiyeyê. Mesrefa derbasbûna rêyên neqanûnî jî zêde ye. Ger yek ji raya giştî bertek nîşanî vê rewşê bide, ew tê girtin. Ji ber vê yekê, kes nikare dengê xwe derxe.

Yek ji polîtîkayên PYD, valakirina wan herêmên Kurdî ye. Dema ku Efrîn berî şoreşê di destê rejîmê de bû, ji sedî 96ê wê Kurd bû ji sedî 4ê wê jî gundên Ereban bû. Piştî şoreşê, dema ku tevahîya herêmê ji hêla PYD ve hat stendin, tenê ji sedî 54 Kurd man. Vêga, tenê ji sedî 50yê nifûsê Kurd in û yên mayî jî Ereb in. PYD dixwaze herêmên Kurdî vala bike. Ger ez wekî Kobaniyî biçim wir, dibe ku ez nikarim piraniya mirovên xwe nas bikim, pirên ku hatin û li wir bi cih bûn ji deverên din hatine. Ew yek li Qamişloyê jî wisa ye. Ji ber ku Kurd bi wan nerazî ne,  ji wir derdikevin û koçberî deverên din dibin û li wan deran bi cî dibin.

"Amerîka wek ku tête fikirîn parastina Kurdan nake, ew tenê li berjewendîyên xwe yên li herêmê digere"

- Li Kurdistanê ji sala borî vir ve çi cûre guhertin çêbûne?

PYDê bi ENKSê re çend hevdîtin û civîn kir. Di encama civînê de, destûr hat dayîn ku buroyên ENKSê li herêmên Kurdî werin vekirin. Girtî hîn jî di girtîgehên wan de ne û nehatin berdan. Zarokên me hîn jî diçin dibistanan û felsefeya Abdullah Ocalan dixwînin. Ji ber ku Rûsya û ÎIran bi xurtî piştgirî didin Beşar Esed, herêmên ku berê di destê AAS de bûn derbasî destê rejîmê bûn. Beriya şer, nêzîkê 120 dewletan hevaltiya xwe bi Sûriyê re diyar kirin, lê dema ku şer dest pê kir, van dewletan piştgirî nedan gelê Sûriyê. Van dewletan berê konsolosxaneyên xwe li Sûriyê girtibûn, lê ew vebûn. Hin Sûrî êdî naxwazin navê şoreşê bibihîzin. Ew gilî ji halê xwe dikin  û çend ew ji ber sedema  bûyeran didan li ser rêyan û derbasî Tirkiye û Ewropayê. Yên ku vedigerin Kurdistan Sûrîyê pir hindik in. Ev yek kêm e ku meriv bi tiliya xwe bihesibîne. Dibe ku hin ji wan ji bo ku biçin welêt terk kirine lê nikarin vegerin.

Li herêmên Ereban, rêjîmê dixwest rêyên M4 û M5 kontrol bike û kir. Amerîka wekî ku tê fikirîn parastina Kurdan nake, ew tenê berjewendiyên xwe yên li herêmê dihesibîne.

"Bûyerên Coronavirus li herêma Kurdan gelek in, nexweşxane û kêmasiya dermanan heye"

- Li Kurdistana Sûriyê rewşa Coronavirusê çawa ye? Kesên ku nexweş in dikarin werin baş kirin?

Wekî ku hûn dizanin, Coronavirus belav bûye. Dibe ku hin ji wan dixwazin biçin, lê ew nikarin ji tirsa Coronavirus biçin. Vêga, li herêma Kurdan, li rojhilatê Firatê, gelek bûyerên Coronavirus hene. Wekî ku hûn dizanin, dezgehên bijîjkî li wir kêm in, û tewra hekîmên ku alîkariya mirovan dikin her çend ku amûrên wan ên tibbî tune jî, hene lê ew tiştên ku ji destên wan tê dikin. Li wir kêmasiya nexweşxane û dermanan heye. Lêbelê ew çi ji destê wan tê dikin. Yên ku îmkanên wan hene diçin Ewropa. Bijîşkê bi navê Olam Kurdo, kesekî navdar ê nêzîkê rêvebiriya ku li rojhilatê Firatê ye, diyar kir ku çend roj berê gelek bûyerên Coronavirus hebûn û got ku nexweşxaneyên wan tijî ne. Hin nexweşên wî li malê dimînin. Ger li Kobanê 100 hezar kes hebin, bi navînî 3 hezar bûyer li wir hatin dîtin. Kelûmêlên testê kêm in û carinan jî tune ne. Dibe ku li rojhilatê Firatê tenê 5 alavên ceribandinê hebin, tenê bi wan re çi dikare were kirin? Ji ber vê rewşê, wan alîkarî ji rêxistinên sivîl ên Ewropa xwest. Hin bijîşkên navdar ên li wir tiştê ku ji destê wan tê dikin.

"Tirkiye naxwaze bi ENKS bi PYDê re têkiliyan çêbike"

Helwesta Tirkiyê, li hember destpêkirina danûstandinên di navbera PYD û-ENKS de çi ye?

Tirkiyeyê di destpêka guftûgoyan de deng nekir. Piştî ku astekî êdî hevpeyivînan qebûl nedikir û nedixwest di navbera ENKS û PYDê de têkilîyek hebe. Lewra Tirkîyê digot ku PYD şaxekî PKKê ye. Heya ku têkilîya PYDê bi PKKê re hebe dê ew rewş çareser nebe. Hin rayedarên HSDê (Hêzên Demokratîk li Sûriyê) gotin ku ew dixwazin bi Tirkiyê re têkiliyan çêbikin. Yek ji wan Îlham Ahmed bû. Lê Tirkiye vê yekê qebûl nake, ji ber ku ev tê wateya avakirina têkiliyek bi  PKKê re. Ji ber ku rayedarên PKKê di nava PYDê de hene Tirkîyê vê yekê qebûl nekir. Biya min heta ku PYD jî wek ENKSê têkilîya xwe ji PKKê qût neke ew ê Tirkîye bi wan re hevdîtin neke. Muxalifên Sûrîyeyî yên li Stenbolê ku ENKS jî  di nav wan de ye naxwazin ku ENKS bi PYD re têkilî deyne. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir