Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 29 hezar û 406 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 19 hezar û 404 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 19 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 712 hezar û 856 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 292 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 406 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)