• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê êriş û destdirêjiya PKKê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em êriş û destdirêjiya îro ya çekdarên PKKê li ser Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin”

Hêmin Hewramî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em êriş û destdirêjiya îro ya çekdarên PKKê li ser Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin û daxwaz dikin ku PKK dest ji binpêkirin û êriş û destdirêjiyên xwe yên berdewam li dijî ax û xelkê Herêma Kurdistanê berde û êdî nebin kêşe û pirsgirêk ji bo vê statyoya destûrî û ji bo xelkê Kurdistanê.Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê tekane hêza rewa û destûrî ya Herêma Kurdistanê ye, û êriş û destdirêjiya PKKê li ser Pêşmerge belgeya wê yekê ye PKK qet guh nade birayetî û wekhevî û yekrêziyê li Kurdistanê û bi lojîka êriş û destdirêjiyê kar dike.”

“PKK êrîşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê”

Hewramanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, PKK guh nade desgehên Kurdistanê û  û êrîşê dibe li ser Herêma Kurdistanê. Hewramanî dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Xelkê Herêma Kurdistanê û dezgehên şeriî yên Kurdistanê herdem tekez dikin ku divê PKK nebe sedem ji bo hatina pirsgirêkan bo nava axa Herêma Kurdistanê û hicetê nedin dewletên cîran, lê PKK guh nade dezgehên Kurdistanê û hêzên wê û êriş û destdirêjiyê dikin ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.Herêma Kurdistanê niha berdewam hewl dide ji bo rûbirûbûna kirîza abûrî û tendirûstî û parastina yekrêzî û wekheviyê di nava aliyên siyasî yên Kurdistanî, herwiha erkê hemû aliyên siyasî ye ku bergîriyê li statyoya destûrî ya Herêma Kurdistanê bikin û ax û xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir