• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Hikûmeta Kurdistanê: Em êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi dijwarî şermezar dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kombûna xwe ya asayî ya heftane saz kir.

“Em nahêlin asayîşa herêma Kurdistanê têk biçe”

Di civîna de derheqê  êrîşa PKKê ya li ser hêza Pêşmerge ya li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê de, Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir: “Herêma Kurdistanê kiyaneke siyasî û rewa ya gelê Kurdistanê ye.  Hêzên Pêşmerge parêzgerên ax û gelê Kurdistanê ne, ji ber vê yekê her êrişeke bi vî rengî êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî şerê birakujiyê ye. Di vê çarçoveyê de êrîşên bi vî rengî weke xeta sor dihesbînin û êrîşa îro ya li ser hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên PKKê ve bi tundî weke êrîşa li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa şermezar dikin. Em nahêlin asayîşa herêma Kurdistanê têk biçe .Di vê çarçoveyê de weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em rê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dikin.”

Di yekemîn mijara civînê de Serokwezîr careke din hişyarî da metirsiyên belavbûna korona li Herêma Kurdistanê û bi taybet bi hatina demsala Zivistan û sermayê re. Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku belavbûna vîrûsa Korona li Herêma Kurdistanê gihiştiye asteke metirsîdar û rojek jî nîne ku gelek kes dimirin. Dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê dezgehên hikûmetê rasperd ku nabe bi ti awayekî kêmxemî di pabendbûna bi rênimayên tendirûstiyê û cibicîkirina rêkarên xweparêziyê bê kirin, bi taybet li dezgehên hikûmetê û cihên giştî de. Yên ku bê xem û bê berpirsyarî bi vê rewşa metirsîdar re serederiyê dikin û pabend nabin, mixabin bi zanebûn jiyana mirovan dixin metirsiyê û dibin sedema mirina xizm, kesûkar û welatiyan bi giştî.”

Piştre Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Saman Berzincî raporteke taybet li ser rewşa Korona li Herêma Kurdistanê û stratejîya wezaretê ya rûbirûbûna wê vîrûsê pêşkêş kir.

Piştre Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raportek li ser mekanîzm, astê pêkanîna rênimayên xweparastin û rênimayiyên Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Korona li Herêma Kurdistanê û arîşe û asteng pêşkêş kirin. Herweha amaje bi çend pêşniyaran ji bo pabendbûna zêdetir a fermangehên hikûmetê û welatiyan û serdangerên dezgehên hikûmî bi rênimayan kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir