Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 34 milyon û 357 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 34 milyon û 357 hezar û 260 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 34 milyon û 357 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/LwdQvxa378T43qEBGOqcKH90LC8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/45/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-34-milyon-u-357-hezari-0148a740.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 7 milyon û 656 hezar û 478 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 220 hezar û 535 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 47 milyon û 853 hezar û 778 kesan.(ÎLKHA)