Zaroka 4 salî piştî 91 seatan ji bin enqazê zindî hat derxistin
Aydaya 4 salî ya ku ji ber erdheja li Îzmîrê di bin enqazê de mabû piştî xebatên ku 91 seatan berdewam kir re bi zindî hat derxistin.
Ji ber erdheja ku li Îzmîrê pêk hat, li Bayrakliya Îzmîrlîyê avahîyeke bi navê Riza Bey hilweşîya û gelek kes di bin avahîyê de man. Di encama xebatên ku hatin kirin de zaroka bi navê Ayda ya 4 salî piştî 91 seatan bi zindî ji enqaza avahîyê hat derxistin.(ÎLKHA)