Êrîş li Zanîngeha Kabîlê hat kirin: 19 mirî 22 birîndar
Li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşa bombeyî li zanîngehê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 19 kes canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê Tariq Aryen ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Aryen di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, li wargeha zanîngeha Kabîlê de pêşî teqînek pêk hat û dû re 3 kesên êrîşkar bi çekan êrîş lidarxistin ku di encama bûyera ku pêk hat de 19 kes canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Talîbanê bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, tu eleqeya wan bi êrîşa ku hatiye kirin re nîne.
Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.
Balyozxaneya Kabîlê yê Tirkîyê êrîşa ku hat kirin şermezar kir.(ÎLKHA)