Hejmara kesên ku di erdheja li Îzmîrê de canê xwe ji dest dan derket 91 kesî
Derbarê geşedanên dawî yên li Îzmîrê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin hejmara kesên ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dan derket 91 kesî.
Wezîr Fahrettîn Koca di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir: “Hejmara kesên ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dan derket 91 kesî. Hêj 155 kes tên tedawîkirin. 10 nexweşên me di lênerîna awarte de ne û rewşa 3 ji wan giran e. Hejmara kesên ku hatin rakirin nexweşxanê û baş bûn û ji nexweşxanê hatin derxistin derket 839 kesî.”(ÎLKHA)
CAN KAYBIMIZ, enkaz altından yeni çıkarılanlarla 91’e yükseldi. 155 kişi halen tedavi altında. 10 hastamız yoğun bakımda, 3’ünün durumu ağır. Şu ana kadar hastaneye kaldırılanlardan 8’i tüm müdahalelere rağmen kurtarılamadı. Tedavileri tamamlanıp, taburcu edilen kişi sayısı 839.