Tedros Ghebreyesusê Dîrektorê Giştî yê WHOyê ji ber şibheya COVID-19 ket karantînayê
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê Tedros Ghebreyesus bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew ji ber şibheya Coronavîrusê xwe xistitye karantînayê.
Tedros Ghebreyesus di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, bi kesekî ku berî niha ew û wî hatibûn ba hev re Coronavîrus hat tespîtkirin ku ji ber wê yekê ew xwe xistiye karantînayê û ew ê xebatên xwe ji mala xwe bidomîne.(ÎLKHA)