Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 46 milyon û 824 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 46 milyon û 824 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/r3ohGHIEx6z1aa_yNyP16_I_HXs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/45/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-46-milyon-u-824-hezari-fc5cd00e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 46 milyon û 824 hezar û 697 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 205 hezar û 327 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 9 milyon û 474 hezar û 845 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)