• DOLAR 32.585
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2459.926
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Li dijî êrîşên ku tên kirin em ne bêçare ne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve ji ber minasebeta  wîladeta Pêxemberê me Hz. Muhammed (Silavên Xweda li ser be)  peyamek weşand. Saglam di peyama ku weşand de qandîla temamê alema Îslamê kir û balan kişand li ser  êrîş û heqaretên ku li nirxên Mislimanan tên kirin.

Saglam di destpêka peyama xwe de destnîşan kir divê peyamên Hz. Muhammed di jiyanê de bên tetbîqkirin û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Em salvegera hicrî ya hatina dinyayê ya Hz. Muhammedê ku Sermamosteyê Mekteba Îslamê ya ku ji bo hakimkirina edalet û qencîyê hatiye şandin îdrak dikin. Îro ne bes Misliman, bi heman awayî temamê însanan muxtac in ku peyamên Hz. Muhammed fam bikin û di heyata xwe de tetbîq bikin.”

“Li dijî êrîşên ku tên kirin em ne bêçare ne”

Saglam di berdewama peyama xwe de balan kişand li ser êrîşên ku li Ewrûpa li Hz. Muhammed tên kirin û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Di roja me ya îro ya ku tê de edalet nemaye, zilm zêde bûye û rûmeta însanetîyê hatiye pinpêkirin de ji bo yekîtîya hestî, siyasî û çandî ya alema Îslamê bê tunekirin  hinek plan û peymanên tarî û qirêj tên kirin. Ew zihnîyeta Rojava ya ku ji hêla rûh û fikir ve bêhn pê ketiye û dixwaze pergalên xwe yên dagirkirîyê  û zulmê bide domandin, li hember Îslama ku dê însanan ji qeyranên maddî û manewî rizgar bike şer daye destpêkirin. Li dijî êrîşên ku tên kirin em ne bêçare ne.Divê em bizanibin ku ew ê sunneta wî zulmê ji holê rabike, edaletê tesîs bike û ew ê wan nîzam bixwîn ên zaliman hilweşîne. Ew kesên go vê heqîqetê dizanin êrîşî Pêxemberê me dikin û îftîrayan davêjinê. Ez cardin lenetê li helwesta wan a rezîl û bêedep tînim.”

Saglam di dawîya peyama xwe de Qandîla Mewlûdê ya temamê alema Îslamê pîroz kir û ji Xweda daxwaz kir ku ev yek bibe wesîleya bişiûrbûna Mislimanan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir