Di êrîşên Ermenistanê de heta niha 69 sîwîl mirin 322 kes jî birîndar bûn
Serdozgerîya Azerbaycanê derbarê êrîşên ku hatin kirin de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di encama êrîşên di navbera 27ê Îlonê û 28ê Cotmehê de hatin kirin de 69 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û 322 sîwîl jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji ber êrîşan gelek mal û avahîyên dewletê zirar dîtin.(ÎLKHA)