Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 26 hezar û 935 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 16 hezar û 202 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 16 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 563 hezar û 977 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 346 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 26 hezar û 935 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)