Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 32 milyon û 182 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 32 milyon û 182 hezar û 737 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 7 milyon û 201 hezar û 70 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 164 hezar û 9 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 43 milyon û 790 hezar û 543 kesan.(ÎLKHA)