Erdogan banga boykotkirina malên Fransayê kir
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Bernameya Destpêka Hefteya Mewlûda Nebî ya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Netewê ya Beştepê bû.
Erdogan di bernameya ku beşdarî bû de axavtinek kir û balan kişand li ser dijmintîya Îslamê ya ku ji teref Macron ve tê kirin.
Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir: “Ez bang li gelê xwe dikim. Emanet emanet malên ku aîdî Fransizan in nestînin. Çawa ku Fransa dibêje malên Tirkîyê nestînin, ez jî li vê derê dibêjim malên Fransiz nestînin.”(ÎLKHA)