Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 159 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 159 hezar û 489 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 159 hezar û 97 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 43 milyon û 346 hezar û 888 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 230 hezar kesî.(ÎLKHA)