Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 43 milyon û 346 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 43 milyon û 346 hezar û 888 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 159 hezar û 97 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 889 hezar û 179 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)