Li Îranê di mezinahîya 5.4an de erdhej
Li parêzgeha Qazwîna Îranê di mezinahîya 5.4an de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref Navenda Sîsmolojîyê ya Zanîngeha Tahranê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li navçeya Buhîn Zehraya girêdayê parêzgeha Qazwîna Îranê di mezinahîya 5.4an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daxuyanîê erdhej derdora seat 15.04an de 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.(ÎLKHA)