Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 31 milyon û 427 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 31 milyon û 427 hezar û 227 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 7 milyon û 16 hezar û 46 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 149 hezar û 229 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 42 milyon û 489 hezar û 905 kesan.(ÎLKHA)