Li Stenbolê civîna Coronavîrusê hat tertîpkirin
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir, di civîna ku hat lidarxistin de tevdîrên ku divê li dijî zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê bên standin hatin nirxandin.
Wezîr Koca derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Me digel Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Midûrê Ewlehîya Bajar Zafer Aktaş, alîkarên wezîran, midûrê me yê tenduristîyê yê bajar û koordînatorên xwe yên sahayê rewşa dawî ya Coronavîrusê ya li Stenbolê gotûbêj kir û tevdîrên ku divê bên standin nirxand.”(ÎLKHA)