Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 71 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 71 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 102 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 117 hezar 198 testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 102 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 71 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 9 hezar û 584 kesî.(ÎLKHA)