Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 41 milyon û 994 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 41 milyon û 994 hezar û 434 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 142 hezar û 744 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 661 hezar û 651 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)