Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 30 milyon û 918 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 30 milyon û 918 hezar û 817 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 6 milyon û 874 hezar û 518 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 136 hezar û 526 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 41 milyon û 500 hezar û 769 kesan.(ÎLKHA)