Li Nîjeryayê bi hezaran zarok bi tayê ketin
Li Parêzgeha Jîgawatê di 4 mehên dawî de ji ber tayê 121 zarok canê xwe ji dest dan.
![Li Nîjeryayê bi hezaran zarok bi tayê ketin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ISuxIJH7t6T8GfdFBOCp-PnbvPQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/43/li-nijeryaye-bi-hezaran-zarok-bi-taye-ketin-f0c40a4d.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Dutseyê di heyama hezîran-îlonê de 15 hezar û 754 kes bi tayê ketin û ji van 8 hezar û 102 kes zarok in.
Tê diyarkirin zarokên ku emrê wan di 5 salan de ye ji ber ku li hember parazîta ku dibe sedema tayê nikarin li berxwe bidin û zeîf in zû pê dikevin û îhtîmal heye zûtir bimirin.(ÎLKHA)