Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 30 milyon û 629 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 30 milyon û 629 hezar û 117 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 6 milyon û 795 hezar û 103 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 129 hezar û 591 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 41 milyon û 42 hezar û 920 kesan.(ÎLKHA)