Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 24 hezar û 635 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 16 hezar û 319 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 16 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 431 hezar û 635 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 269 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 24 hezar û 635 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)