Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 30 milyon û 362 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 30 milyon û 362 hezar û 741 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 6 milyon û 733 hezar û 328 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 123 hezar û 195 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 40 milyon û 662 hezar û 611 kesan.(ÎLKHA)