Serwîsa karkeran û kamyon li hev qelibîn: Mirîyek 14 birîndar
Li navçeya Ergeneya Tekîrdagê kamyoneke bar û û serwîsa karkeran li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin şofêrê mînîbusê û 13 karkerên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Şofêrê kamyonê hat binçavkirin û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)