• DOLAR 34.312
  • EURO 37.22
  • ALTIN 3018.549
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 30 hezar û 375 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 252 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 30 hezar û 375 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 30 hezar û 375an û bi pêketina 3 hezar û 890 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 530  hezar û 380 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 252 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 30 hezar û 375 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  530  hezar û  380  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir