Piştî 7 mehan li Kabê nimêjên bi cemaat cardin dest pê kirin
Ji ber şoba Coronavîrusê ev bû 7 meh ku li Kabê îbadet nedihat kirin ku ev yek bi dawî bû û nimêj û îbadetên girseyî cardin dest pê kirin.
Rayedarên Siûdî derbarê mijarê de berî niha biryarek dabû da ku îbadet cardin li Kabê dest pê bikin. Li gorî biryara ku hatiye dayîn ew ê welatîyên qraltîyê, welatîyên ku ji bo demekê hatine welat û welatîyên welatên din dê karibin li Mescîda Haram nimêja bi cemaat bikin.
Piştî qerara ku hat dayîn re Mislimanên ku ev bû 7 meh ji Kabê dûr ketibûn nimêjên xwe bi cemaat kirin û wezîfeya xwe ya umrê bi cî anîn.
Li Erebistana Siûd ji ber Coronavîrusê heta niha 5 hezar û 165 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)